08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
ANKARA
Ebbas Kîarostamiyê ji Îranê ku derhêner e û di heman demê de hunermendê fotoyê ye jî sibê wê pêşangeha xwe ya herî berfireh li Enqereyê vebike.
Kîarostamî li CerModernê beriya vekirina pêşangeha xwe ya ku wê tê de 43 wêne cih bigirin bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û diyar kir ku bi rastî her wêne bi tena serê xwe fîlmeke bêdeng e û yek wêne dikare bibe sedema kişandina fîlmekê.
Derhênerê îranî destnîşan kir qelîteya sînemayê her ku diçe kêm dibe û ji bo fîlmek hebûna esaleta xwe raxe ber çavan divê di ser de herî kêm 30 sal derbas bibe.
Kîarostamî got ku wênegerî wek sînemayê girêdayî sermayeyê nîne û li gor wê serbixwe dimeşe û wiha pê de çû: "Bi têlefonên dijîtal wêneyên ji bo bîranînê tên kişandin û divê ev yek wek wênekêşiyê neyê qebûlkirin. Lazim e wênekêş xwediyê felsefeya nêrînê bin. Wênekêşiya nûçeyan ji pîşeyên gelek girîng yek e. Wêne bûyereke ku diqewime di carekê de mayînde dike. Mesela wêneya cesedê pitikê (Alan Kurdî) di nav wêneyên par de ya herî mayînde bû. Wêneyek carna ji hezar şîrove û hevpeyvînên tên kirin girîngtir dibe. Ew wêne halê penaberan nîşanî me dide."
Pêşengeh heta 10ê nîsanê wê vekirî be.