13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê pêşangeha mijara wê polês û alaya tirkan e hat vekirin.
Pêşangeh li Navenda Çandê ya Selahaddîn Eyyûbî hat vekirin.
Mahmut Kaşikçiyê Qaymeqamê Yuksekovayê pêşangeha wêneyan ziyaret kir û demekê bi xwendekaran ra axivî.
Derya Işika li Dibistana Navîn a Gazî mamosteya Hunerên Xweşik e der barê pêşangehê da agahî da û diyar kir xebatên 10 xwendekarî li pêşangehê hene.
Işikê diyar kir li pêşangehê 30 berhem hene û got bi gelemperî mijara wan li ser polês û alaya tirkan e.
Ahmet Kurdogluyê Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê, Ahmet Usluyê Midûrê Ewlehiya Navçeyê û amirên saziyan beşdarî vekirina pêşangehê bûn.