İbrahim Yaldız
26 Mijdar 2022•Rojanekirin: 28 Mijdar 2022
Platforma Danasînê ya Mûşê îsal cara ewil "Xelatên Laleya Zêrîn a Mûşê" organîze kir û di merasima dayîna xelatan da xelatên kes û saziyên medya, spor, sînema û çandê hatin belavkirin.
Bi piştgiriya Walîtiya Mûşê, Şaredariya Mûşê, Zanîngeha Mûş Alparslanê li Navenda Kongre û Çandê ya 1071ê merasim hat lidarxistin. Walî Îlker Gunduzoz di merasimê da axivî û diyar kir ku li bajêr tiştên xweş çêdibin.
Şaredar Feyat Asya jî daxuyand ku Mûş bajarê aştî, biratî, hezkirin û hesretê ye, wan bi têra xwe ji Tirkiyeyê ra danasîna Mûşê û xweşikahiyên wê yên dîrokî nekir.
Rektorê Zanîngeha Mûş Alparslanê Prof. Dr. Fethî Ahmet Polat jî bi bîr xist ku zanîngeh di 27ê Gulana 2007an da ava bû û wiha dewam kir, "13 hezar xwendekarên me, 700 personelên me yên akademîk, 300 personelên me yên îdarî hene. Malbata me ji 14 hezar kesan pêk tê. Ez Platforma Danasînê ya Mûşê pîroz dikim ku bi serokatiya Firat Aykanê personelê me ev çalakî li dar xist."
Serokê Platformê Firat Aykan jî daxuyand ku wan cara ewil Merasima Xelatên Laleya Zêrîn a Mûşê li dar xist û ew ji bo eleqeya ser merasimê kêfxweş bûn.
Piştî axaftina xelatên kes û saziyên medya, spor, sînema û çandê hatin belavkirin.
Laleya Mûşê ku cureyekî endemîk e, bi navê "Mûş 1071"ê hatiye tescîlkirin. Ji bo ku li dinya û Tirkiyeyê piştgiriya danasîna vê laleyê kir, "Xelata Serkeftinê ya Medyayê" dan Ajansa Anadoluyê.
Gerînendeyê Dîmenan yê Ajansa Anadoluyê Mehmet Riza Marufoglu li ser navê Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya Ajansa Anadoluyê Firat Yurdakul xelat hilda.
Fermandarê Cendirmeya Bajêr Albay Mehmet Kasim Ermîş, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Ergîn Kaloglu, alîkarên walî, şaredarên navçeyan, amirên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û welatî beşdarî merasimê bûn.