Fatma Sevinç Çetin
25 Mijdar 2022•Rojanekirin: 26 Mijdar 2022
Li paytext Enqereyê ev cara 6emîn e ku Rojên Nasandina Qers-Erdexan-Îdirê tê organîzekirin û xwarin û xurekên herêmî yên hersê bajaran tên nasandin.
Di şahiya li Baxçeyê Milet yê Paytext hat organîzekirin da cureyên penêrên gravyer, qaşar, çîçalê, hingivê Qefqasê, goştê qazan, xwarina Bozbaşê jî di nav da gelek tehmên ku nîşaneya erdnigariyê hildane tên nasandin. Di çarçoveya organîzasyonê da "Pêşbaziya Qaza Herî Bedew" jî hat kirin û 8 qazên ji Qers û Erdexanê anîbûn li wê derê derxistin ser dikê.

- Bozbaş a xwarina kevneşopî ya Îdirê jî hat nasandin
Xwarina Bozbaşê ya ku wek tehma Îdirê tê zanîn û bi sedan sal dîroka wê heye jî ji bo mêvanan tê pêşkêşkirin.
Şahiya Rojên Nasandina Qers-Erdexan-Îdirê heta 27ê Mijdarê wê dewam bike.