Ahmet Dursun
27 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
Îranê ragihand, ew kêfxweş bûn ku li Libnanê agirbest çêbû û êrîşkariya Îsraîlê ya li dijî vî welatî sekinî.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqayî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ew kêfxweş bûn ku êrîşkariya Îsraîlê ya li dijî Libnanê bi dawî bû û ew piştgiriyeke tam didin hikûmet, gel û hêzên berxwedêr ên Libnanê.
Beqayî bangî civaka navneteweyî kir ku li herêmê aştî û îstiqrar were parastin û ji bo ku Îsraîl êrîşên xwe yên li Xezeyê bide sekinandin xwest ku civaka navnetweyî zexteke xurt bide ser rêvebiriya Tel Avîvê.
Agirbesta navbera Libnan û Îsraîlê li gor saeta herêmî di 04.00î da (bi saeta Tirkiyeyê di 05.00î da) ketibû rewacê.