Önder Beyter
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bi destê Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi û Demokratan neşandina madeyên pesendkirî yên ezilkirinê bo Senatoyê wiha got, "Destûrê binpê dikin."
Trump di çalakiyeke ku li Floridayê beşdar bû da bi awayekî tund bertek nîşanî wê yekê da ku digel madeyên ezilkirinê yên der heqê wî da li Meclisa Nûneran hatin pesendkirin, lê hê jî ji bo Senatoyê nehatine şandin. Trump îdia kir, ji ber ku di destê Pelosiyê da "amûrekî cidî" tuneye, lewma rêyeke bi vî rengî hilbijart.
Trump ji bo Pelosiyê rengdêra "Nancya dînik" emiland û wiha got, "Demokrat madeyên ezilkirinê naşînin Senatoyê û destûrê binpê dikin."
- "Doza Demokratan mir"
Trump di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da jî wiha got, "Nancya dînik dixwaze qûralên der heqê sextekariya ezilkirinê da bi Senatoya ku di destê Komariyan da ye bide nivîsandin. Lêbelê li Meclisa Nûneran ku di destê Demokratan da ye, destûr nedan tu parêzer an jî şahidan û pêvajoya darazê yekser tune hesibandin."
Trump îdia kir ku Demokrat dixwazin her tişt biqede û wiha got, "Doza Demokratan mir, encamên anketan pir xirab in."
- Lêpirsîna ezilkirina Trump
Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.
Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy ra da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke.
Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosiyê di 24ê îlonê da eşkere kiribû ku bi hinceta "zirarê daye ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" û "îxanetê sonda serokatiyê kiriye" pêvajoya ezilkirina Trump dan destpêkirin. Meclisa Nûneran di 31ê cotmehê da ji bû ûsulên lêpirsîna ezilkirinê deng dabû û biryar dabû ku rûniştinên ji raya giştî ra vekirî bên kirin.
Rûniştinên ji raya giştî ra vekirî yên li Komîteya Îstixbaratê ya Meclisa Nûneran da jî di 13-21ê sermawezê da hatibûn kirin. Komîteyê dû ra raporeke 300 rûpelî amade kiribû û şandibû Komîteya Edaletê.
Komîteya Edaletê jî sedema ezilkirinê wekî "bi şêweyeke ne çê emilandina peywirê" û "astengkirina karkirina kongreyê" pejirandibû.
Piştî ku Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran madeyên ezilkirinê pesend kirin, dosyeya dozê ji bo Senatoya ku darizandin dê lê were kirin, nehatibû şandin.