Önder Beyter
13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
XEZE
Hat ragihandin ku li dijî konvoya Ramî el-Hamdallahê Serokwezîrê Filistînê yê ku ji bo ziyaretê li Xezeyê ye, êrîşeke bibombe hat kirin ku Hamdallah bêyî ku birîndar bibe jê filitî.
Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, li dijî konvoya Serokwezîrê Filistînê Hamdallah û Serokê Îstixbarata Filistînê Mecîd Ferec ku çû Xezeyê, êrîşeke bibombe hat kirin. Di êrîşê da 7 kes birîndar bûn.
Li gorî WAFAyê, di daxuyaniya rêveberiya Filistînê ya piştî bûyerê da hat destnîşankirin ku berpirsiyariya vê teqînê di stûyê Hemasê da ye.
Serokwezîrê Filistînê Hamdallah ku di êrîşê da tiştek pê nehat, derbasî parzûngeha avê ya ku ji bo merasima vêbûna wê hatibû Xezeyê, bû.
Hemdallah di axaftina xwe ya vebûnê da diyar kir ku ew rastî hewldaneke sûîqesdê hat û wiha dewam kir, "Dema em ketin Xezeyê di konvoya me da di 3 wesayîtan da xesar çêbû. Ev yek wê bibe sedem ku em ê li ser pêvajoya lihevkirinê ya Filistînê pêkutiyê bikin û herwiha hatina me ya bo Xezeyê jî wê dewam bike."
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê ku li Xezeyê ye, Iyad el-Bezzam jî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên li Xezeyê li sedemê teqînê lêkolîn dikin û konvoya Hamdallah jî da ser rêya xwe û çû.
Ji hêla din va jî Serokê Îstixbarata Filistînê Ferec di civîna çapemeniyê ya piştî bûyerê da axivî û destnîşan kir ku hê zû ye ku alî bên tawanbarkirin wekî ku ew ji êrîşa dijî konvoya Hamdallah berpirsiyar in.
Ferec bal kişand ku armanca êrîşê, yekîtiya neteweyî ya Filistînê ye û wiha dewam kir, "Bi min hê zû ye ku em yekî sûcdar bikin. Lêbelê her kê li ser vê xakê serwer be, berpirsiyariya ewlekariyê jî di stûyê wê da ye."