Muhammet Kurşun
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
HEWLÊR
Lîderê Hereketa Sedr Muqteda Es Sedr ragihand ku Kurd ji ber pirsgirêkên digel hikûmeta Iraqê gihîştin asta daxwaza cudabûnê.
Sedr, hevpeyvînek da rojnameya Şerqul Ewseta navenda wê Londra û li ser rojeva Iraqê nirxandin kirin.
Sedr diyar kir ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axiviye û jê daxwaz kiriye ku referandûma serxwebûnê were paşdexistin.
Lîderê Hereketa Sedr wiha axivî:
"Kurd beşeke Iraqê ne. Em dixwazin bi me re bin û di nava me de bin. Lê ji ber pirsgirêkên ji hikûmetên berê mayî gihîştin asta daxwaza veqetînê."
Sedr hişyarî da ku eger Kurd biryara serxwebûnê bistînin dê pirsgirêkên hundirîn û derveyî bi xwe re bîne.