Ethem Emre Özcan
11 Adar 2026•Rojanekirin: 11 Adar 2026
BEYRUT (AA) - Artêşa Îsraîlê dijî Dahiyeya herêma Beyrûta paytextê Libnanê êrîşên hewayî pêk tîne û dixwaze niştecihên herêmê neçar bimînin û malên xwe biterikînin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AAyê ku ji herêmê radigihîne, artêşa Îsraîlê 3 êrîşên hewayî yên li pey hev li ser herêma Dahiyeyê kir.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşan dixwaze niştecihên herêmê neçar bimînin û malên xwe biterikînin.
Piştî êrîşan dengê teqînan hat û dû ji herêmê bilind bû.