Çağrı Koşak
07 Gulan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
Hat ragihandin ku her çiqas Hemasê "pêşniyazên agirbestê" yên Qeter û Misirê qebûl kiribe jî, Kabîneya Şer ya Îsraîlê biryar da ku êrîşên li ser bajarê Refahê ya ku Filistîniyên li Xeta Xezeyê yên ji cih û warên xwe bûne lê dihewin, bidomîn.
Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê ya Îsraîlê da hat gotin bi yekdengî biryar hat dayîn ku êrîşên li ser Refahê dewam bikin û armanc ew e ku girtiyên Îsraîlî bên berdan û şer bigihêje armancên xwe.
Hat diyarkirin ku pêşnûmaya ku Hemasê qebûl kiriye ji şert û mercên rêveberiya Tel Avîvê dûr e, lê Îsraîl wê ji bo peymana pevguhertina girtiyan heyetekê bişîne Qahîreyê ku ew bi navbeynkaran ra hevdîtinê bike.
Ji aliyê din va, şahidên bûyerê ragihandin ku balafirên şer û topên Îsraîlê rojhilatê bajarê Refahê bombebaran kirin û li herêmên nêzîkî sînor liv û tevgera wesayîtên eskerî zêde bûye.