Haydar Şahin
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
MELBOURNE
Julie Bishopa Wezîra Karên Derva ya Awistralyayê diyar kir ku qedexeya li ser ziyareta ji bo Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku PKK/PYDya rêxistina terorê bi piştgiriya Amerîkayê va ji DEAŞê sitand hat rakirin.
Bishopê li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Derva agahî da ku ji bo kesên ku dixwazin herin Reqaya bajarê Sûriyeyê an jî welatiyên Awistralyayê yên ku nika li wê derê ne xebatan didomînin.
Bishopê got ji bo welatiyên Awistralyayê qedexeya li ser seyaheta Reqayê hat rakirin û çûyîn û hatina bajêr êdî sûc nîne û wiha pê da çû: "Çûyîn û hatina Reqayê an jî mayîna li wê derê bêyî hinceta meşrû be jî êdî qedexe nîne."
Bishopê got lêbelê rewşa kesên ku di navbera 5ê berfanbara 2014an û 28ê mijadara 2017an da bêyî hinceteke meşrû çûne wê derê an jî li wê derê ne cuda ye, ew welatiyên ku di navbera wê demê da çûn a jî hatin ew ê wan tevlî lêpirsîn, derdestkirin û teqîbatê bikin.
- Hişyariya ji bo seyaheta Sûriyeyê hê dewam dike
Bishopa Wezîr got ji ber ku hê li Sûriyeyê rîska ewlehiyê heye ji ber vê jî hikûmeta Awistralyayê tewsiye nake ku welatî herin Sûriyeyê û wiha pê da çû: "Li aliyê komên çekdar ên terorîst şerkirin, piştgirîdayîn hê jî dereqanûnî ye."