Muhammet Kurşun
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
DEWHA
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman li Dinyayê Yûsuf El Qeredawî bangewazî li alema Îslamê û welatên Erebî kir ku li dijî qetlîamên li ser Misilmanên Arakanê bêdeng nemînin.
Qeredawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û cih da van îfadeyan:
"Ez gazî welatên Îslamî û Erebî dikim. Hûn di hizûra Xwedê de ji birayên xwe yên li Myanmarê berpirs in û Xwedê dê we ji bo vê bêdengiyê bikişîne hesab. Welatên Îslamî, eger bixwazin dikarin têkiliyên xwe yên navneteweyî bixebitînin û zexta aborî û siyasî deynin ser hikûmeta Myanmarê."
Li ser hewldanên dîplomatîk zêdetir wiha ragihand:
"Hin kêmneteweyên din eleqe ji dewletên mezin jî dîtin û hikûmeta Myanmarê mecbûr kirin ku bi wan re li hev bike. Dînê Îslamê emir li me dike ku bi şer jî wê zilmê û wan êrişan bidawî bînin û arîkariya birayên xwe bikin. Ji bo sekinandina qetlîaman divê welatên Misilman gavan biavêjin."
Pesnê helwesta Tirkiye û Serkomar Recep Tayyîp Erdogan jî da û wiha dewam kir:
"Em xebatên Serkomarê Tirkiyê Erdogan û dîplomasiya wî ya aktîf silav dikin."