13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
HATAY
Rifat Sînîrliyê ku bi eslê xwe kurd bû, li Reyhanliya navçeya Hatayê di êrîşa biroket a ku PYD/PKKê li dijî sivîlan kir da mir. Aşûne Sînîrliya jina wî piştgirî da Operasyona Çiqlê Zeytûnê û lenet li rêxistina terorê anî.
Di êrîşa ku terorîstên PYD/PKKê di 2yê sibatê da kirin û ji deverên çiyayî yên Efrînê roket avêtin Reyhanliyê da sivîl miribûn û di nav sivîlan da Rifat Sînîrliyê 65 salî û cotkarê teqawid jî heye.
Aşûne Sînîrlî piştî mêrê xwe hewl dide ku 7 zarokên xwe û neviyên xwe sakin bike.
Cihê serxweşiyê li mala Sînîrliya 65 salî ye. Sînîrliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji destpêka operasyonê vir va mêrê wê ji eskerên Tirk ra dia dikir.
- "Bira ew canî navê Kurdan bi kar neynin"
Sînîrliyê diyar kir ku perçeyên şarapnelan li serê mêrê wê ketin û li cihê bûyerê can da û wiha dewam kir:
"Li gor gotina kesên ku bûn şahid, roketa ewil li binê sikaka ku mêrê min li ser bûye, ketiye. Wî jî poşetên destê xwe daniye ku alîkariya birîndaran bike. Wê demê roketa duyemîn ketiye û şehîd bûye. PKKyî dibêjin ku em ji bo Kurdan şer dikin. Ew derewan dikin. Misilman nînin. Ew kafir in. Merivê misilman destê xwe ji misilmanekî din ra bilind nake ku lêxe. Ez Kurda qîza Kurda me, eslê min Kurd e. Em di bin alaya Tirkiyeyê da dijîn. Em dikarin ji bo Tirkiyeya xwe niha jî ruhê xwe bidin. Ew bi tu awayî nikarin me temsîl bikin. Terorîst diqîrin ku 'Li Kurdan dixin'. Mêrê min jî Kurd bû. Bira ew canî navê Kurdan bi kar neynin. Kes li Kurdan naxe, li terorîstan dixe. Em bi terorîstan ra şer dikin, bi Kurdan ra şer nakin. Bira Kurdên durist werin, me ji wan ra hembêza xwe vekiriye. Yên ku xayîn in, bira ji me dûr bisekinin. Tirkiye xwedî li her kesî dertê, tu wextî navêje. Dewlet Kurd, Tirk naneqîne, wan zaliman dineqîne."