29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
BEXDA
Hikûmeta Navendî ya Iraqê ragihand ku biryara ragirtina firînan li balafirgehên di bin kontrola Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ket rewacê.
Di daxuyaniya ku di televizyonên dewletê hat kirin de hat gotin, "Biryara ragirtina firînan li balafirgehên di bin kontrola Rêveberiya HKIyê de ket rewacê."
Hikûmeta Bexdayê sêşemba raborî ji ber encamdana referandûmê, hişyarî dabû Rêveberiya HKIyê ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê û deriyên sînorî yên di bi kontrola rêveberiya herêmî de, teslîmî wan bikin.
Encumena Wezîran ya HKIyê jî ji cem xwe ve gotibûn ku ew biryar li dijî destûrê ye û red kiribûn.
Telar Fayeqa Rêvebera Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya li HKIyê, ragihandbû ku ji xeynî seferên leşkerî, diplomatîk û Neteweyên Yekbûyî (NY) hemû seferên navneteweyî wê îro li gor saeta herêmî di 18.00an da bidin sekinandin.