05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ROMA
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi piştî têkçûna xwe ya di referandûma der barê reforma destûrê da ragihand ku ewê îstifa bike.
Li Îtalyayê vêga pergala yasadanînê ya cotmeclis heye û di referandûmê da armanc ew bû ku rayeyên yasadanînê yên Senatoya Komarê ku baskê jorê yê parlementoyê ye, werin qusandin û pêvajoya yasadanînê bileztir bibe. Herwiha piştî vê referandûmê Serokwezîr Renzi li qesra serokwezîriyê Chigiyê daxuyanî da çapemeniyê.
Renzi diyar kir ku li gorî encamên nefermî yên dengdayînê, rayên "Na" li dora ji sedî 60î ye û wiha got, "Eniya nayê bi ser ket. Gelê Îtalyayê eşkere û zelal xeberda. Ev têkçûneke zelal e. Ev têkçûna min e. Ez berpirsiyariyê hilhidim ser stûyê xwe."
Renzi wiha dewam kir, "Ezê sibê piştî nîvro lijneya wezîran kom bikim û dû ra ezê biçim cem Serokomar û ezê îstifaya xwe pêşkêş bikim."