Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hin xebatên rojane Arnavûdistan ziyaret kir. Erdogan li vir daxuyand ku li dinyayê pirsgirêka koçberan her diçe mezintir dibe.
Erdogan got ku ew kelek û keştiyên ku bi rêyên dereqanûnî penaberan dibin li Behra Spî, li Egeyê noqî avê bûn û gelek însan mirin û wiha pê de çû: "Helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) ya hemberî van bûyeran diyar e. Ez wek Serokomarê welatekî mizarekerê YEyê wiha diaxifim. Ji ber ku dilê me disoje wiha dibêjim. Ma em ê li hemberî rewşa wan însanên bêmal û welat bê deng bimînin? Divê welatên pêşveçûyî li hemberî vê rewşê bê deng nemînin û çareseriyekê bibînin, ma ev deynê histuyê wan nîne? Em dibêjin ku divê hemû alî deynê histuyê xwe bidin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku li Balkanan kesên ku ji bo aştiya herêmê xirab bibe hewl didin hene û wiha dewam kir:
"Em jî zehf girîngiyê didin aştî, refah û îstiqrara Balkanan. Bi taybetî em dixwazin ku rageşiya li Komara Makedonyayê dewam bike, birêyên diyalogê çareser bikin û zirar negihêje Peymana Ohriyê ku bi saya wê aştî hatibû herêmê. Welatê me jî zehf ji ber bûyerên terorî zehmet kişand. Berxwedana me ya ku ev 30 sal in li hemberî terorê em didin, hê jî dewam dike. Em berdêla vê pir baş zanin. Em naxwazin li Balkanan an li welatekî din ê dinayayê yanî kî dibe ji kîjan koma etnîk dibe bila bibe, em naxwazin kes wekî me berdelê bide. Di bûyerên terorî de aliyê ku qezenc dike an têk diçe ne diyar e; ya rast tune. Her du alî jî winda dikin. Wekî ku di şer de her du alî jî têk diçin."