BERLÎN
Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokratê Sîgmar Gabrîel got: "Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokratê (SDP) Aydan Ozoguz dê bibe wezîra koçberî, penaber, pêkvejiyanê û di kabîneyê de cihê xwe bigre."
Gabrîel li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û navên kesên ku di partiya wî de dê di hikûmetê de cih bigrin eşkere kirin. Gabrîel wiha dewam kir: "Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokratê (SDP) Aydan Ozoguz dê bibe wezîra koçberî, penaber, pêkvejiyanê û di kabîneyê de cihê xwe bigre. Cara ewil e ku wezîreke Tirk tê kabîneyê. Ez kêfxweş im ku ez ê bi Ozoguza Tirk re li ser maseya kabîneyê rûnêm."