SULEYMANIYE
YNKyê di hilbijartina 21 îlonê ya ku li Herêma Kurdistana Iraqa Federal çêbû de têk çû û niha di YNKyê de dengên guherîn û nûxwazan zêde dibe.
Namzetê Parlamenteriyê yê YNKyê û Serokê Komîsyona Maf û Heqên Mirovan yê dewra berê Salar Mahmut wiha got: "Encamên ku derketin holê eşkere dike ku divê partiya me ji serî heta binî biguhere."
Salar Mahmut daxuyanî da nuçegihanê AAyê û wiha axivî: "Îradeya gelê Kurdistanê qezenc kir. Ji sedî 70 gel beşdarî hilbijartinan bû lê YNKyê bi qasî ku dixwest deng hilnedan. YNK partiyeke him neteweyî him jî navneteweyî ye û hêza wê mezin e. Partiya Mam Celal e. Bibe yekem, duyem an jî sêyem ev vê rastiyê naguherîne. Bêyî YNKyê jî hikûmet nikare ava bibe."
Mahmut axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku Talabanî ne li vir bû bandora wê çêbû. Lewra heta keliya dawîn jî hêvî hebû ku di van hilbijartinan de Mam Celal dê bi xwe ji gel re biaxive. Ez nikarim bibêjim ku çima Mam Celal neaxivî û der barê tenduristiya wî de jî agahiya me tune. Mijara girîng a duyem jî ev e ku me biryarên ku di kongreyê de hildabûn nexiste rewacê. Vana jî ev encam derxist holê."
- "Guherîn şert e"
Mahmut diyar kir ku divê ji van encaman ders bên hildan, guherîn çêbibin û wiha got: "Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinê li YNKyê him di kadroyên binî him jî yên sereke de guherînan çêbike. Alikarên Serok diyar kirin ku hemû berpirsiyariyan hildidin li ser milên xwe. Divê wek partî em li ser sedema têkçûnê konferansan li dar bixin. Partiya me divê bi ciwanan re li hev bê û wan hilde li nav xwe. Siyaset karekî giştî ye. Divê bi tenê ji bo nifşên berê xebat çênebin."
Salar Mahmut diyar kir ku daxuyaniyên Alikarê Serokê Giştî yê YNKyê Berhem Salih di çapemeniyê de cî girtin û piştî daxuyaniyê wisa hat şîrovekirin ku ew dê ji partiyê veqete û wiha got: "Dr. Berhem Salih alikarê serokê giştî ye û sekreterê duyem e. Heke bixwaze reforman bike, divê li YNKyê bike. Dr. Berhem serokekî YNKyê yê ku bi hêz û mezin e. Pêşeroja wî di hundirê YNKyê de ye. Lê kongre biryara kî bide ew dê bibe serokê partiyê."
Mahmut der barê hikûmetê dê jî wiha got: "Li pêş me mijara hikûmetê heye. Em dê beşdarbûna hikûmetê zelal bikin. Wek ku me kampanyayên xwe yên di hilbijartinê de got 'hikûmeteke lihevhatinê ya neteweyî' divê bê avakirin. Çimkî encam nahêle ku partî bi tena serê xwe an jî du partî bi hev re hikûmetê ava bikin. Ev jî tê wê wateyê ku stratejiya YNKyê dibe rast."