Nihat Kavşut
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmen a Sûriyeyê destnîşan kir wê destûrê nedin ku li Sûriyeyê piştî DEAŞa rêxistina terorê ji holê bê rakirin di ciyê wê da dewleteke terorê bê avakirin.
Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmen a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku di navbera DEAŞa rêxistina terorê ya li Sûriyeyê dagirker e û PKK/PYDya dixwaze dewleta terorê ava bike da ferq tuneye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin naxwazin axa ji wan ra mîrate maye ji rêxistinên terorê ra bihêlin û wiha hat gotin: "Bi alîkariya Rûsya, DYA û Îranê dixwazin DEAŞa rêxistina terorê ji holê rakin û di ciyê wê da rêxistineke terorê bi cî bikin. Ev perçekirina Sûriyeyê ye. Di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da me mal û canê xwe feda kir. Em destûrê nadin di ciyê DEAŞa rêxistina terorê da dewleteke terorê ya nijadî bê avakirin. Em wek ereb û tirkmenên ji Sûriyeyê heta dawiyê di emrê Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qetarê da ne. Em dixwazin li dijî terorîstên dagirker yên bi hinceta têkoşîna dijî rêxistinên terorê hewl didin dewleteke terorê ava bikin, piştgiriyê bidin me."