NEW YORK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan temasên xwe yên li New Yorkê qedand û ji DYAyê vegeriya Tirkiyeyê.
Erdogan di roja dawîn a ziyareta xwe ya New Yorkê de bi nûnerên saziyên civaka sivîl û karsazan re hat bal hev. Serokomar êvarê jî beşdarî nanê ku ji hêla Turken Foundationê ve li otêla Mandarînê hat dayîn bû û xitabî akademîsyen û xwendekaran kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.
Komek li pêşiya otêla ku civîn lê hat kirin civiya û eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan da, komeke din jî çalakiya bertekê li dar xist. Polêsan di navbera her du koman de tedbîrên ewlehiyê girtin.
Serokomar Erdogan û heyete ku bi wî re bû piştî xwarinê ji New Yorkê vegeriyan.