İdiris Okuduci,Turgut Alp Boyraz
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 08 Sibat 2022
Ermeniyên ku li Libnanê dijîn, nêzî qirnek berê ji Anadoluyê bar kirin û hatin vî welatî. Wexta ku hatin xurekên xwe ji bîr nekirin û hem li malên xwe hem li restoranan gelek xurekên xwe yên herêmî çêkirin û hê jî nedane jibîrkirin.
Ermeniyan ji mitfaqa Anadoluyê xengel, borek, pastirme, sicûq, lehmecûn, kebaba Edene û Urfayê bi gelê Libnanê da hezkirin û hema bêje di menuyên hemû restoranan da navê xurekan bi Tirkî dane nivîsandin. Ermenî herî zêde li Beyrûtê li taxa Burc Hemûdê dijîn.
Dema meriv diçin vê taxê, dikare wekî ku li Tirkiyeyê ye li vê derê jî ji qesab û restoranan pastirme û sicuxan bikire. Heta Ermenî li wê derê donera sicuxê jî çêdikin û ev xwarin jî li wir bi cih kiriye.
Ev tehmên ku Ermeniyan birine Libnanê di demên dawîn da meşhûrtir bûne û li ser malperên nûçeyan dibin nûçeyên gastronomiyê. Malpera nûçeyan a bi navê "Eater" çend roj berê bi sernava "Xurekên Ermeniyan ên ku kêm tên zanîn li Libnanê pir tên ecibandin" nivîsek weşand.
Ermeniyên ku çanda mitfaqa Anadoluyê bi xwe ra birin Libnanê, ev xurek hê ji bîr nekirine û hê jî ev xurek tên ser sifreyên wan, hem aboriya wan hem jî gastronomiya wan dewlemend dike.
- Li Libnanê navenda xwarinên Tirkiyeyê restorantên Ermeniyan e
Bi kurtasî kesên xwarinên li Tirkiyeyê tehm kirine û dixwazin li Libnanê heman xwarinê careke din bixwin berê xwe didin restorantên Ermeniyan.
Firneya Îşxanyanê ya nêzî 75 salan e ku di bin avahiyeke dîrokî ya li Kuçeya Bulatê ya ser Beyrûtê ye kar dike ji alî malbateke Ermenî ya di wextê da ji Gazîentabê koç kirine hatiye vekirin.
Xwediyê firneyê Elîe Îşxanyanê ku dikana kalê û bavê xwe niha ew birêva dibe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Kalê min bi eslê xwe ji Gazîentabê bû û di sala 1947an de ev firne vekiriye. Di firneyê da ewilî lehmecûn, lehmecûna Ermeniyan a Sûriyeyiyan çêdikir û difirot. Paşê me lehmecûna bêgoşt jî (vegan) lê zêde kir. Me mantî û boreka avî jî lê zêde kir."
- "Kalê min xwarinên Anadoluyê anîne Libnanê"
Îşxanyan destnîşan kir ku piştî kalê wî wefat kir pîra wî ya bi eslê xwe ew jî ji Gazîentabê bû xwe da ser dikanê û paşê tevlî diya xwe ew vî karî didomînin. Di berdewamiya axaftina xwe da Îşxanyan destnîşan kir ku kalê wî tehm û xwarinên cihê jê koç kiriye anîne Libnanê.
Îşxanyan diyar kir ku sîr, tametês, bexdanos û goşt di lehmecûnên wan da heye, xêncî vê lehmecûnên Sûriyeyê, mantî û borega tehmên Anadoluyê jî didin mişteriyan.
- Sicux û pastirme
Munîr Ehmedê Ereb ê ji Libnanê got gelekî ji xwarinên ku Ermenî çêdikin hez dike.
Ehmed got li Libnanê herî zêde sicux û pastirme tên zanîn û wiha axivî: "Em ji dewlemendbûna mitbaxa xwe hez dikin. Mitbaxa me li dinyayê tê zanîn. Li Libnanê wekî mînak mitbaxa Îtalyayê jî heye. Bingeha hin xwarinên li Libnanê jî Tirkiyeyê hatiye."
Li Libnanê ji sala 1934an vir da nifûs nehatiye jimartin ji ber vê serjimara neteweyan nayê zanîn lêbelê serjimara Ermeniyan di navbera 60 hezar û 100 hezarî da tê texmînkirin. Piraniya van kesan Tirkî dizanin.
Di Peymana Taîfê da ya di 1989an da şerê navxweyî yê Libnanê bi dawî kiribû li welêt Ermenî wekî koma herî mezin a rêza 7an tê qebûlkirin.