İbrahim Atmaca
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Rejima Beşar Esed ku Rûsyayê di pêvajoya peymanên Astanayê da garantoriya wê hilda ser xwe, Îdlib ne tê da hemû herêmên ku pevçûn lê tunebûn, bi dest xist. Rûsyaya ku xwe neda pêşiya êrîşên rejima Esed, gelek caran bi balafirên xwe yên şer va rasterast piştgirî da van êrîşan.
Ji destpêka şerê navxweyî vir va piştgirê herî mezin ê rejima Esed Rûsya ye û di berfanbara 2016an da li ser bangewaziyên Tirkiyeyê li Helebê seba texliyekirina sivîlên nav dorpêça rejimê Rûsyayê rola "garantoriyê" hilda ser xwe.
Bi tevkariya rêvebiriyên Enqere û Moskovayê ji bo ku sivîlên Helebî ji ablûqeya rejimê ya ku 4 mehan dewam kir, werin derxistin û ji bo ku tevkariya herdu aliyan li her derê Sûriyeyê belav bibe, fikr û ramanek çêbû.
Rayedarên Tirk û Ûris di rêbendana 2017an da li Nûr Siltana paytextê Kazakistanê hatin bal hev û hevdîtinên "formata Astana" yê dan destpêkirin.
Di hevdîtinên 4-5ê gulana 2017an da Tirkiye, Rûsya û Îrana ku wek garantor hat neqandin, 4 herêmên Sûriyeyê yên ku şer û pevçûn lê zêde ye wek "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin.
Li gor vê li parêzgeha Îdlibê û hin herêmên parêzgehên cînarên wê (wilayetên Lazqiye, Hema, Helebê), hin herêmên bakurê parêzgeha Humsê, Gûtaya Rojhilat a li paytext Şamê û hin herêmên başûrê Sûriyeyê (wilayetên Dera û Quneytrayê) agirbest çêbû.
Rûsyayê îmzeya xwe avêt van peymanan û ezmûna wê êdî dest pê kir.
Rêvebiriya Şamê di agirbestê da timî hewl da ku axê bi dest bixe, lê Rûsyaya garantorê wê jê ra dengê xwe dernexist û gelek caran ji hewa va piştgirî da rejimê.
Êrîşên herdu mitefîqan cara ewil di gulana 2017an da li Humsê dest pê kir, paşê di nîsana 2018an da li Xûtaya Rojhilat û di hezîrana 2018an da jî li Herêmên Kêmkirina Rageşiyê êrîşên xwe zêde kirin. Ev der di encama êrîş, ablûqe û polîtikayên tehcîrê da ketin destê rejimê.
Sivîlên ku ji sê herêman hatin tehcîrkirin, xwe spartin Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û nifûsö herêmê derket 4 milyonî.
Rejimê paşê berê xwe da bakur û Tirkiye li ser vê ket dewrê ku li Îdlibê komkujiyên nû û koç çênebe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hevkarê wî yê Ûris Vladimir Putîn, di 17ê îlona 2018an da li Soçiya bajarê Rûsyayê civiyan û seba xurtkirina agirbesta Îdlibê ser mitabaqateke din li hev kirin.
Lêbelê her çend Rûsyayê ev mitabaqat îmze kir jî dîsa piştgiriya mitefîqê xwe domand.
Li gor îstatîstîkên Kordînatoriya Midaxaleyê ya Sûriyeyê ji mitabaqa Îdlibê vir va 945 hezar û 992 sivîl ji ber êrîşên rejim û piştgirên wê ji cî û warên xwe bûn.
Tirkiyeyê jî di nav vê pêvajoyê da berpirsyariyên garantoriyê tîne bîra Rûsyayê.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu duh daxuyanî dabû û gotibû ji bo ku li Îdlibê agirbesteke giştî çêbibe ew bi mixatabên xwe yên Ûris ra diaxivin.
Putîn jî pêr li ser Îdlibê wiha gotibû, "Rûsya ji bo hewildanên dijî terorîstên Îdlibê piştgiriyê dide artêşa Sûriyeyê."
Rûsya cara ewil eşkere li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji bejayê va midaxilê şer bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê dan hev, di pevçûnên devera çiyayî ya Hemayê da nêzî 65 şervanên Ûris hene. Ev hêz li navçeya Kefrenbudeyê, bajaroka Habîtê û Girê Mellahê ku ketine destê rejimê, şer dikin.
Li devera çiyayî ya Lazqiyeyê jî wêneyên hêzên taybet ên Ûris derketin meydanê û tê zanîn ku li vê herêmê jî nêzî 170 hêzên taybet ên Ûris û xebatkarên şirketa eskerî hene.
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî duh di daxuyaniya xwe da gotibû ku yekîneyên eskerî yên Ûris li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê hene û bi artêşa Sûriyeyê ra hereket dikin.
Berdevkê Eniya Azadkirina Neteweyî ya Artêşa Azad a Sûriyeyê Nacî Mistefa di 19ê tîrmehê da daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û wiha gotibû: "(Di pevçûnên dawîn ên devera çiyayî ya bakurê Hemayê) Vê carê rewş cuda ye û yekîneyên piyade yên Rûsyayê ligel hêzên rejimê di rêzên pêşîn da şer dikin."