Ömer Faruk Yıldız
09 Hezîran 2021•Rojanekirin: 10 Hezîran 2021
Lin Htet Aungê Serbez ê di serê adarê da li dijî derbeyê derket û ji artêşê veqetiya daxuyanî da malpera Myanmar Nowê û agahiyên personelên ji 1 sibatê vir da ji artêşê veqetiyan da.
Aung destnîşan kir ku hetanî niha herî kêm 800 kes ji bo piştgiriyê bidin hereketa dijî derbeyê j artêşê veqetiyan û wiha pê da çû: "Ji 4 paran 3 parê eskerên ji artêşê veqetiyan paşê tevlî Artêşa Parastina Gel bûn, ev artêşa jî bi destê hikûmeta dijî derbeyê hat avakirin. Yên din jî tevlî komên çekdarî nabin û dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyên dijî derbeyê."
Aung bal kişand ku ji eskerên artêşê veqetiyan 100 kes xwedî rutbe ne, ji wan hin kes perwerdeya pevçûnê didin îsyankarên li eyaletên di kontrola komên etnîkî da ne.
Aung destnîşan kir ku piraniya eskerên ji artêşê veqetiyan ji hêzên hewayê û behrê ne û wiha axivî: "Personelên hêzên bejayê bi piranî ji malbatên dûr wezîfeyê dikin. Ditirsin heke ji artêê veqetin zirarê were malbatên wan. JI ber vê jî ditirsin ku piştgiriyê bidin çalakiyên dijî derbeyê."