21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
HESEKE (AA) - PYDya rêxistina terorê Endamê Partiya Yekîtiya Kurdan (PYKS) û aktivîst Enwer Naso li Hesekêya Sûriyê revandibû. Menal Huseyniya jina Enwer Naso got ku wehşeta ku PYD dike bi qasî kirinên hêzên Esed in.
Huseyniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîtanên PYDê di 28ê gulanê da li navçeya Amûdê taxa ku ew lê îqamet dikin dorpêç kir û avêtin ser mala wan û mêrê wê revand.
Huseyniyê got ku zarokên wê ji vê ji vê rewşê tirsiyan û wiha got: "Revandina Naso nayê wê wateyê ku wê hemû nifşa ku şoreşgeriyê diparêze were hebskirin. Helwesta wehşî ya milîtanên PYDê wê îradeya gel a ku huriyetê dixwaze neşkêne."
Huseyniyê bal kişand ku îhlal û çalakiyên tund yên milîtanên PYDê roj bi roj zêde dibin û wiha dewam kir: "PYDê hemû xetên sor binpê kir û mehremiyeta malan jî binpê dike. Wehşeta ku milîtanên PYD dike bi qasî kirinên hêzên Esed in."
- "PYD ji bo daxwazên kurdan xizmetê nake"
Alîkarê Sekreterê Giştî yê PYKSê Hesen Salih jî got ku PYD roja ku Naso revand, heman rojê 3 rêvebirên partiyê jî revandin û diyar kir ku çalakiyên terorê yên ku ev rêxistin dike, mirovan ditirsîne.
Salih diyar kir, herêmên ku di kontrola PYDê da ne, PYD bê perwa davêje ser gund û malan, ciwanan binçav dike û zorê dide wan ku di sefên wan da şer bikin, her wiha siyasetmedarên mixalif jî direvîne.
Salih destnîşan kir, vekirina PYDê "yekîtiya demokratîk" e, lê tu eleqeya wan bi demokrasiyê ra tuneye û wiha dewam kir: "PYD ji bo daxwazên kurdan xizmetê nake, ji ber vê jî paşerojeke wan tuneye."
Naso ji bo PYD û rejima Esed di nav mixalifên herî girîng da ye. Naso di adara 2011an da çend caran ji aliyê hêzên Esed va hatibû binçavkirin.