Abdullah Tel
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Senator Bernie Sandersê ku ji bo hilbijartina serokatiya 2020î bernamzed e got ku ew alîkariyên salane yên ji bo Îsraîlê tên kirin divê bên birîn.
Senator Sandersê ku bi eslê xwe jî cihû ye di konferanseke saziya J Street a malê cihûyane û bi fikra lîberaliyê tevdigere, organîze kir da axivî û bal kişand ser polîtîkayên Îsraîlê.
Di bal kişandinê da Sanders qala binpêkirina mafên mirovan a ku Îsraîl li hemberî gelê Xezeyê disepîne kir û destnîşan kir ku heke Îsraîl têkîliya xwe ya bi gelê Xezeyê ra baş neke divê ew alîkariyên jê ra salane tên, divê bên birîn û wiha pê da çû: "Em stûbarên bacê yên Amerîkayê ku bi demokrasî û mafên mirovan bawer dikin wê serdestî û nijadperestiya ku hikûmeta Îsraîlê disepîne, qebûl nakin. Îsraîl hersal bi qasî 3,8 milyar dolar alîkarî hildide. Heke ew vê alîkariyê dixwazin divê di têkîliyên xwe yên bi gelê Xezeyê ra guherînên cidî bikin. Heta ji vê alîkariya 3,8 milyarî pêk tê qismekî wî divê ji bo gelê Xezeyê wek alîkariya mirovahî bê dayîn."
- "Netanyahû û hikûmeta wî nijadperestin"
Di axaftina xwe da Sanders bertek nîşanî tevgera Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû da û got: "Netanyahû û hikûmeta wî nijadperestin lê dema ev rastî tê gotin ew nayê wê meneyê ku ev yek dijberiya li hemberî Cihûyan e, rastî ev e."