Önder Beyter
10 Tebax 2020•Rojanekirin: 11 Tebax 2020
Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko diyar kir ku di xwepêşandanên bêdestûr ên nîvê şevê yên ku li dijî serfiraziya wî ya hilbijartinê hatin kirin da xwepêşandêr ji Polonya, Îngiltere û Çekyayê hatin birêvabirin.
Lukaşenko li ser xwepêşandanên bêdestûr ên piştî serfiraziya wî ya hilbijartina serokomariyê, daxuyanî da.
Lukaşenko diyar kir ku di dîroka hilbijartinên Belarûsê da di asta rekor da beşdariya hilbijartinan hat kirin, lêbelê ligel vê yekê bi midaxeleya dereke va hewil tê dayîn ku ev coş û şahiya di hilbijartinan da were xirabkirin.
Lukaşenko îdia kir ku wan di xwepêşandanên duh nîvê şevê, ev destên dereke çêtir dîtin û wiha dewam kir, "Me têlefonên ku ji dervayî welêt hatin vekirin qeyd kirin. Ji Polonya, Îngiltere û Çekyayê bi têlefonê geriyan û yên me (xwepêşandêr) bi rê va birin. Ez lêborînê dixwazim, lêbelê yên pez bi rê va birin. Ew nizanin ka çi dikin û tên birêvabirin."
Lukaşenko ragihand ku li welêt di xwepêşandanên bêdestûr ên nîvê şevê da 50 xwepêşandêr û 30 jî hêzên peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn.
Seroka Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Belarûsê Lidiya Yermoşinayê ragihandibû ku di hilbijartinên serokomariyê da Serokomarê mewcûd Aleksandr Lukaşenko bi sedî 80,23yên dengan va bû serkeftiyê hilbijartinê, namzed Svetlana Tikhanovskayayê jî ji sedî 9,9ê dengan wergirt.