Îşler ji bo ku beşdarî Civîna Miftiyên Bajêr bibe, bi Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, Parlementerên Mêrdînê Muammer Guler û Gonul Bekîn Şahkûlûbeyê re hat Mêrdînê.
-Pêvajoya Çareseriyê
Îşler bi bîr xist ku di rabirduyê de li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gelek êş hatin kişandin û wiha axivî: "Li vê xakê di rabirdûyê de hin êş hatin kişandin, gelek kes mirin. Dayik gelek giriyan. Dema em hatin îqtidarê karê me yê ewil rakirina rewşa derasayî bû. Rakirina Rewşa Derasayî li herêmê wekî aramî û nêrîneke baş hat dîtin. Dîsa me dawî li polîtîqayên red û înkarê kir û hewl da ku asta demokrasiya welêt bilind bikin. Me armancên sala 2013an diyar kir û ji bo ku welêt bigihêje asta demokrasiyên pêşketî, me stratejiya xwe diyar kir."
Îşler bi bîr xist ku projeya biratî û yekîtiya neteweyî di sala 2009an de dan destpêkirin û axaftian xwe wiha berdewam kir: "Me pişt re pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê me dît ku li vê axê aramî, aştî û îstiqrar bêtir serdest dibe. Me dît ku êdî dayik nagirîn û hêstirên wan rawestiyan. Em hemû bawer dikin ku divê ev pêvajo berdewam bike. Dema me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, em bi komeke parlementerên AK Partiyê re li herêmê geriyan. Min bi çavderiyên xwe bi xwe dît ku mirov rûken in. Ji ber ku gelê wir hewceyê aştî û aramiyê ye."
-Revandina zarokan a ji aliyê rêxistinê ve
Îşler destnîşan kir ku êdî nikarin ji pêvajoya çareseriyê paş de vegerin û wiha axivî: "Gel, gelê me yê vir û birayên me yên kurd jî êdî dest danîne li ser vê mijarê. Bi taybetî dayikên li Diyarbekirê bi xwepêşandanên xwe êdî li zarokên xwe xwedî derdikevin. Ez wisa difikirim ku hewldana dayikan yên ku ji bo zarokên xwe yên ku hati revandin paş de vegerînin, di dîroka Tirkiyeyê de wek mîladekê ye. Dayikan êdî dest danîne li ser mijarê û wext ne wextê barandina hêstirên wan e, wext wextê rûkeniya dayikan e. Ji ber vê yekê dê paş de gav neyên avêtin. Çareseriya vê herêmê, çareseriya Tirkiyeyê demokrasî ye, demokrasiya pêş ketî."