Fatih Gazioğlu
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ÎDLİB/AZEZ
Konvoya ewil ya ku ji Himsa Bakur duh birekêtibû û ji 3 hezar û 194 kesan pêk tê gihişt nêzî navçeya Babê ya ku di nav sînorê herêma Mertala Firatê de dimîne.
Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed bi navbeynkariya Rûsyayê bi komên mixalif re ku ew ji Himsa bakur wê 2yê gulanê bên texliyekirinê li hevkiribû.
Di vê çarçoveyê de sivîlên ku dixwestin ji dorpêçkirina rejîmê derkevin duh piştî nivro ji Himsa Bakur birêketin û ber bi hêrêma Mertala Firatê va çûn.
Li gor agahiyên ku ji peyamnêrên li Babê wezîfeyê dikin hatin hildan, 66 otobêsên ku qasî 3 hezar û 194 kes tê de bûn serê sibê gihiştin nêzî navçeya Babê.
- Li herêma kêmkirina rageşiyê ya Humsê rewşa dawîn
Li bakurê Humsê qadeke 592 kîlomêtreqareyî di destê mixalifan da ye û 5 sal e hatiye dorpêçkirin. Li herêmê 200-250 hezar kes dijîn.
Herêm di çarçoveya peymanên Astanayê yên Tirkiye, Rûsya û Îranê da di gulana 2017an da kiribûn nav herêmên kêmkirina rageşiyê.
Rûsyayê di 4ê cotmeha 2017an da ji bo herêma kêmkirina rageşiyê ku bakurê Humsê jî dikeve nav, daxuyandibû ku di navbera rejim û mixalifan da agirbest çêbû. Lê rejimê meha çûyî piştî ku Xûtaya Rojhilat bi dest xistibû, di 14ê nîsanê da berê xwe dabû Himsa Bakur.