Türkan Tosun
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 91 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometers"a malpera agahiyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê 3 milyon û 585 hezar û 676 pêketî hatin tesbîtkirin.
Ji ber Kovîd-19ê 91 hezar û 79 kes mirin, 3 milyon û 64 hezar kes jî piştî dermankirinê pak bûn.
Li parzemînê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misr û Etiyopyayê mirin.
Yekîtiya Afrîkayê (AFB) ji bo ku li welatên parzemînê bên belavkirin ji fîrmayên aşiyê yên cuda 670 milyon doz aşî kirî, di çarçoveya teşebûsa Bernameya Gihaştina Gerdûnî ya Aşiyên Kovîd-19ê (COVAX) da tê plankirin ku îsal 700 milyon aşî bê parzemînê.