İbrahim Atmaca
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Li Myanmarê piştî ku artêşê dest danî ser rêvebiriyê û rayedarên hikûmetê yên sivîl hatin girtin, partiya îqtidarê bangî gel kir ku li dijî derbeyê bisekinin û destûrê nedin ku welêt vegere dîktatoriya eskerî.
Di daxuyaniya li ser malpera Facebookê ya Yekîtiya Demokrasiyê ya Neteweyî (NLD) ku Ang San Suu Çii serokatiya wê dike da hat gotin ku kirina artêşê ne meşrû ye, qanûna bingehîn û îradeya gel tune dihesibîne.
Di daxuyaniyê da li gel bangewazî hat kirin ku li dijî derbeyê bin û destûrê nedin ku welêt vegere dîktatoriya eskerî.
Artêşa Myanmarê daxuyandibû ku li ser îdirayên di hilbijartina 8ê mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, wan ji bo salekê dest danî ser rêvebiriya welêt.
Li welêt artêş piştgiriyê dide Partiya Piştevanî û Pêşketinê ya Seba Yekîtiyê (USDP).