Haydar Şahin
02 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2021
Li balafirgeha navneteweyî ya li Mîstrataya bajarê Lîbyayê piştî 5 mehan dîsa dest bi firînan kirin.
Di daxuyaniya rêveberiya balafirgehê da hat diyarkirin ku duh di firîna ewil da teyareke rêhewayeke taybet ji Lîbyayê çû Tûnisê.
Adil Gazîtê Midûrê Balafirgehê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo berfirehkirina balafirgehê, nûkirina salona rêwiyan bi Albayrak Holdînga şirketa Tirkiyeyê ra hevdîtinan dikin.
Di 4ê tebaxa çûyî da li balafirgehê ji ber qezayê şewat derketibû û ji bo vê jî firîn hatibûn sekinandin.
Mîstrata piştî Trablusê û Bînxaziyê bajarê herî mezin ê welêt e.