Önder Beyter
01 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2020
Saziya civaka sivîl Press Emblem Campaign (PEC) ku navenda wê li Cenevreya paytextê Swîsreyê ye, ragihand ku ji serê adarê vir va li 35 welatan herî kêm 186 rojnameger ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya PECê da hat diyarkirin ku şewba Kovîd-19 herî zêde li welatên Amerîkaya Latîn bandora xwe nîşan da, hilkişîna ber bi jor a li Hindistan û Bangladeşê jî balê dikişîne.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di navbera 1 Adar-30 Hezîran 2020an da li 35 welatan herî kêm 186 rojnameger ji ber Kovîd-19ê mirin, ji van jê ji sê paran dudu li ser wezîfeyê tûşî nexweşiyê bûn.
Her wiha hat diyarkirin, dibe ku hejmara rojnamerên ku ji ber Kovîd-19ê mirin bêtir be, lewra rojnamegerên ku test nekirine û yên ku sedema mirina wan nehatiye eşkerekirin, hene.
- Hejmara herî zêde ya miriyan li welatên Amerîkaya Latîn e
Li gorî lêkolîna PECê, li welatên Amerîkaya Latîn 93, li Asyayê 34, li Ewropayê 26, li Afrîkayê 19 û li Amerîkaya Bakur jî 14 rojnameger ji ber vîrusê mirin. Peruya ku lê 37 rojnameger mirin di serê lîsteyê da ye, pey ra li Brezîlyayê 16, li Meksîkayê 14, li Amerîkayê 13 û li Ekvadorê jî 12 rojnameger mirin.
Her wiha li Pakistanê 10, li Bangladeş û Hindistanê her yek jê 9, li Nijeryayê 8, li Îngiltereyê 7, li Rûsya û Bolivyayê her yek jê 5, li Nikaragua û Fransayê her yek jê 4, li Kamerun, Komara Dominikê, Îtalya û Îspanyayê her yek jê 3, li Cezayir, Kolombiya, Misir û Swêdê her yek jê 2, li Efxanistan, Awistirya, Belçika, Kanada, Komara Demokratîk a Kongoyê, Îran, Japonya, Qazaxistan, Fas, Panama, Komara Afrîkaya Başûr, Togo û Zimbabveyê jî her yek jê rojnamegerek mirin.
PECê her wisa ji xeynî Kovîd-19ê di 6 mehên dawîn da li 18 welatan kuştina 33 rojnamegeran jî şermezar kir.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku îstatîstîkên der heqê rojnamegeran da ji saziyên pîşeyî yên rojnamegeran ên li welatan, çapemeniya xwemalî û peywendiyên PECê hatin berhevkirin.