Fatih Gazioğlu
09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Li Ekvadorê li ser çalakiyên dijî hikûmetê li herêmên ku saziyên dewletê lê ne derketina derva hat qedexekirin.
Li Ekvadorê çalakiyên dijî hikûmetê yên ku ji ber rakirina alîkariya sotemeniyê di 3yê cotmehê da li welêt destpêkiribûn dewam dikin.
Li welêt ji ber çalakiyan rewşa derasayî hat îlankirin lê dîsa jî bûyer nesekînin.
Li ser bûyeran Lenîn Morenoyê Serokê Dewleta Ekvadorê biryar da navenda hikûmetê ji Quîtoyê barbike bajarê Guayaquîlê.
Moreno ji bo qedexekirina derketina derva û astengdarkirina seyahatê biryarnameyeke derxist.
Li gor biryarnameyê di navbera saet 20.00 û 05.00an da tu kes nikare nêzî "avahiyên stratejîk" yên dewletê bibe û seyahata ber bi avahiyên kamûyê va jî hat qedexekirin.
Ji bo welatiyên li herêman ku avahiyên dewletê lê ne derketina derva hat qedexe kirin.