27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku li hin herêmên Bexdaya paytextê Iraqê di bûyerên tundiyê da 6 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li Nehrewana herêma Bexdayê ji ber teqandina bombeya ku bi destan hatibû çêkirin 2 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku teqîn li nêzîkî ciyê ku lê mixaze hene qewimî.
Li Abîdiya herêma Bexdayê jî bombeya ku xistibûn ciyê bazarê teqiya, di vê teqînê da jî kesek mir û 6 kes birîndar bûn.
Wek mayîn li Ulwe er-Reşîda herêma Bexdayê cesedê 3 kesên ku hê nasnameya wan nayên zanîn hatin dîtin. Hêzên ewlekariyê diyar kirin ku li ser cesedan şûna guleyan hene.
Li Iraqê piştî ku DAEŞa rêxistina terorê hin herêmên welêt zeft kir li Bexdaya paytext û hin bajar û bajarokan bûyerên tundiyê zêde bûn. Meqamên Iraqê destnîşan dikin ku êrîş bi destê komên nêzikî DAEŞê tên kirin.