Gökhan Kavak,Ahmet Emin Dönmez
25 Gulan 2021•Rojanekirin: 26 Gulan 2021
Hat ragihandin ku li Maliya welatê Afrîkayê Bah Ndawê Serokê Konseya Berwext û Mactor Ouaneyê Serokwezîr jî tev gelek rayedarên payebilind bi destê yekîneyên artêşê hatin binçavkirin.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşadin, di nav binçavkiriyan da Wezîrê Parastinê jî heye, kesên binçavkirî birin baregeheke eskerî ya li dervayê Bamakoya paytext.
- Balyozxaneya Bamakoyê yê Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên Tirkiyeyê yên li Maliyê dijîn
Wekî mayîn Balyozxaneya Bamakoyê yê Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên Tirkiyeyê yên li Maliyê dijîn ku bira xêncî rewşên zarûrî dernekevin derva û bêyî tevdîr nemînin.
Li Maliyê di 18ê hezîrana 2020î da derbeya eskerî hatibû kirin Îbrahîm Boubacar Keîtayê Serokwezîr hatibû derdestkirin û di banê Konseya Berwext da hikûmeta nû hatibû avakirin.