Türkan Tosun
13 Sibat 2020•Rojanekirin: 13 Sibat 2020
Li Pakistanê ji ber ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kuçe û kolan bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên Erdogan va hatin xemilandin.
Li paytext Îslamabadê Kolana Constîtutîonê ya ku gelek avahiyên dewletê lê ne, otela Erdogan wê li wir bimîne û rêyên balafirgehê bi wêneyên Serokomar Erdogan, bi afîşên Tirkî û Îngilizî yên dostaniya herdu welatan nîşan dide va hatin xemilandin.
Li ser afîşan bi Tirkî û Îngilizî "Bijî biratiya Tirkiye û Pakistanê " û "Du welat û yek milet" hatin nivîsandin.
Wêneyê Serokomar Erdogan û Serokomarê Pakistanê Arif Alvî û Serokwezîr Îmran Xan jî li ser afîşan hatin weşandin.
Erdogan wê di 13-14ê Sibatê da li Pakistanê be û ew berê 9 caran hatibû Pakistanê.
Serokomar Erdogan wê roja înê li parlamentoya Pakistanê biaxive.
Li meclisa Pakistanê da serokê biyanî yê herî zêde axivî Erdogan e.