Elif Orhan
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
MARDÎN
Li navçeya Qamişloyê ya girêdayî bajarê Hesekê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê di avahiyekî de teqîn çêbû.
Li bajarê Qamişloya ku cîranê Nisêbîna Mêrdînê ye li avahiyeke 150 metro dûrê sînor li pey hev dengê teqînê hatin bihîstin. Piştî teqînên ku ji Nisêbînê hatin bihîstin, hat dîtin ku ji avahiyê dûman bilind bû.
Piştî teqînê gelek ekîbên ambûlasan û ekîbên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û dengê sîrenên wan ji Nisêbînê jî hatin bihîstin.
Di anonsên kurdî yên ku ji Qamişloyê hat kirin de hat xwestin ku welatî ji malên xwe dernekevin.
Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku teqîn li depoyeke cebilxaneyê ya YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê çêbûye.