09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Li gor agahiya ku Hêzên Çekdar ên Tirk da, "Herekatê Mertalê Feratê" ya ji bo berterefkirina tehdîda terorê, xurtkirina ewlehiya sînor û bi piştgiriya hêzên koalîsyonê di 24 tebaxê de dabûn destpêkirin, di roja 78emîn de dewam dike.
Di çarçoveya herekatê de, piraniya kontrola herêma Nûman, Sûsanbat, Tall Curjî, Şabîran, Tarhîn, Tûbacik, Kuçuk Şandiya dikevin başûrê Raiyê ji aliyê komên wezîfeya taybet ve hat bidestxistin. Ji bo bidetxistina kontrola tevahiya herêmê xebatên paqijkirina mayin û teqemeniyên destî dewam dikin.
Di pevçûna îro de 2 muxalif şehîd ketin, 26 muxalif birîndar bûn. Herwiha zirar gihîşt hêzên alîkar jî.
- Wesayita bombedagirtî hat îmhekirin
Wesayitek bombedagirtî ya DEAŞa rêxistina terorê li herêma Tall Cûrjiyê hat îmhekirin.
- 90 hedefên DEAŞê, 5 hedefên PKK/PYDyê hatin lêdan
Bi wesiteyên gulebaranê va gule berdan 90 hedefên rêxistina terorê DEAŞê û 5 hedefên PKK/PYDyê yên ku ji aliyê wesiteyên tespîtkirina hedefan va hatin tespîtkirin, stargeh, kozik, tesîsên kontrola komutayê, çek û wesayît hatin jinavbirin.
- 6 terorîst hatin kuştin
Hêzên hevpeymanê jî li devera Maşîbayn û Tubacikê 2 hemleyên asîmanî li dijî unsûrên rêxistina terorê DEAŞê li dar xistin. Herwiha di encamê da 6 terorîst hatin kuştin, wesayîteke doçkayê û hewanek hatin jinavbirin.
Ji hêla din tîmên jinavbirinê li deverên ku ji DEAŞê hatin rizgarkirin, 20 teqemeniyên destçêkirî bi awayekî kontrolkirî ji navê birin.