Haydar Şahin
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Li Kefer Lusîna herêma Îdliba bajarê Sûriyeyê "Xaniyên Cîhannûmayê" yên bi hevkariya komeleyên Sadakataşî û Cîhannûmayê hatibûn avakirin teslîmî hewcedaran kirin.
Li herêmê 10 xanî hene û 250yê wan bi destê Komeleya Cîhannûmayê hatin avakirin, mexdûrên şer û hewcedar ew ê di van malan da bimînin.
Mustafa Şenê Serokê Komeleya Cîhannûmayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Kefer Lusîna herêma Îdlibê xaniyên ku temam kiribûn li malbatên hewcedar belav kirin.
Şen got ji ber ku li herêmê di demeke kin da 250 xanî temam kirin gelekî kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Piraniya malbatên di vana xaniyan da hatin bicîkirin ji êtîman pêk tên. Bi tevahî 1000 zarok bi mezinên xwe ra ew ê di van malan da bijîn. Ji ber vê em pîlan dikin ku di demeke kin da li vê derê xwendingehekê ava bikin."
Kemal Ozdalê Serokê Komeleya Sadakataşiyê jî diyar kir ku li Îdlibê di çarçoveya xebatan da li 9 herêmê cuda ji birîketan xaniyan ava dikin û wiha pê da çû: "Di projeya Xaniyên Cîhannûmayê da 310 xanî hene. 250yê wan Komeleya Cîhannûmayê bexşandin."
Ozdal got hedefa Komeleya Sadakataşiyê ew e ku li Sûriyeyê 5 hezar xaniyên ji birîketan ava bikin.