Önder Beyter
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê eşkere kir ku testa wê ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) pozîtîf derket.
Hidalgoyê ji qanala BFM Parîsê ra got ku testa wê ya Kovîd-19ê pozîtîf derket, lêbelê tu nîşaneyên vîrusê di wê da xwe nedan der.
Hidalgoyê ji aliyekî din va diyar kir ku divê festîvalên muzîkê ku li paytextê tên lidarxistin û girseyên mezin kom dibin neyên betalkirin, lewra însan dixwazin hinekî kêfa xwe binihêrin û bêhna xwe bidin.
Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 29 hezar û 663yan, ya pêketiyan jî derket 198 hezar û 155an.