Kasım İleri
25 Nîsan 2021•Rojanekirin: 26 Nîsan 2021
Li Washîngtona paytextê Amerîkayê gelek Tirk li hev civiyan û daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Bîden a der barê bûyerên 1915an da ya ku wek komkujî binav dike, protesto kirin.
Tirkên li Amerîkayê dijîn li ber Balyozxaneya Washîngtonê kom bûn û bertek nîşanî Bîden dan.
Xwepêşandêran pankart û alaya Tirkan dan destê xwe û daxuyaniya Bîden şermezar kirin.
Dema Tirkan xwepêşandan kir, îlahî, sirûd û stranan got komeke alîgirê Ermeniyan jî li hemberî rê xwepêşandanek li dar xist.