Haydar Şahin
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 325 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 24 hezar û 275 kesan.
Wezareta Tenduristiyê hejmara mirî û waqieyên Kovîd-19ê eşkere kirin.
Li welêt duh 301 kes miribûn û îro 325 kesên din jî mirin. Wezaretê diyar kir ku hejmara miriyan derkete 24 hezar û 275 kesan.
Wezaretê diyar kir ku li gor daneyên testên PCRyê hejmara nexweşan di 24 saetan da 2 hezar û 144 kes zêde bû û derkete 212 hezar û 917an.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 399 kes rind bûn û hejmara kesên rind bûn derket 108 hezar û 947an.
Li Madrîdê hejmara miriyan derkete 8 hezar û 105 kesî, hejmara nexweşan jî derkete 60 hezar û 765 kesan.