Türkan Tosun
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ji bo li ser têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) biaxive û rewşa dawîn binirxîne, bi rêya vîdeokonferansê civiya.
Di civînê da wê li ser hejmara kesên bi vîrusê ketine û rewşa nexweşan bê sekinandin.
Ji bilî vê geşedanên li Tirkiyeyê û dinyayê yên der barê tedawiya vîrusê da jî wê bên axaftin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca wê beşdarî civînê bibe û piştî ku civîn qediya ewê di saet 16.00an da wê civîneke çapemeniyê li dar bixe.