Türkan Tosun
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya biryarê ya ku bûyerên 1915an wek "komkujî" bi nav dike qebûl kir.
Pêşnûmaya ku ji hêla Parlamenterê Demokrat ê Meclisa Nûneran Adam Schîff va di meha nîsanê da hatibû pêşkêşkirin li hemberî 11 rayên "na", bi 405 rayên "erê" va ji meclisê derbas bû.
Ji bo ku ev pêşnûma bikeve rewacê divê di Senatoyê da jî bê qebûlkirin.
Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û bertek nîşanî pêşnûmayê da.
Kiliç got parlamenterên welatên biyanî bi tesîra lobiyan va bêyî ku li arşîvên welatên mijarê ra eleqedar in lêkolînan bikin li meclisan biryaran didin, lê ev biryarên ji rastiya dîrokê dûr nikarin lekeyê li dîroka Tirkiyeyê ya binavûdeng bidin.