Abdullah Tel
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ANKARA
Meclisa Nûneran a Amerîkayê ku ji du baskên Kongreya Amerîkayê yek e, li ser Qanûna Rayedarkirina Parastina Neteweyî ya 2019an guherînek kir û bi vê yekê rê li ber Serokê Amerîkayê Donald Trump girt ku ew bêyî destûra Kongreyê nikaribe biryarê bide ku mudaxeleya eskerî bibin ser Îranê.
Pêşniyaza Keith Maurice Ellisonê ji Meclisa Nûneran e û di heman demê da jî endamê Partiya Demokrat e ji hêla Partiya Demokratê va û ji hêla Komarparêzan va jî hat parastin û bi yekdengî hat qebûlkirin.
Ellison der barê guherandinê da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Meclisa Nûneran vê hefteyê bi qebûlkirina guherdina du partiyiyan va bi awayekî eşkere îfade kir ku di destê Serok (Donald Trump) da qanûneke rayeya biryara êrîşeke eskerî ya li hemberî Îranê bide, tuneye. Ev guherandina du partiyiyan a bi yekdengî li hemberî vekişîna Trump a ji peymana bi Îranê û gotinên wî yên neyartiyê yên her diçe zêde dibin bersiveke xurt bû. Kongreyê îro ji bo paşvehildana rayeyên di mijara bikaranîna hêza eskerî da dest bi xebatê kir."