Haydar Şahin
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 23 Îlon 2019
Hat ragihandin ku Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê heke di dosyeya gendeliyê da sûcdar were dîtin ew ê bixwaze dev ji siyasetê berde ku were efûkirin.
Li gor xebera Kanal 13 a televizyona Îsraîlê, bi mehan e Netanyahu lêkolînê dike ku ji Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin efûyê bixwaze û ji bo efûyê jî dev ji siyasetê berde.
Tê gotin ku Netanyahu ji bo vê herî kêm bi kesekî ra axivî û wî kesî jî jê ra got ku bawer nake ku Rîvlîn vê teklîfê qebûl bike.
Wekî mayîn di xeberê da hat gotin ku Avichai Mendelblitê Serdozgerê Îsraîlê ji ber ku teklîf li dijî qanûnan e ew ê teqez vê teklîfê red bike.
Hat îdiakirin dibe ku Isaac Herzogê serokê mixalefeta sereke ya berê di navbera Netanyahu û Rîvlîn da navbeynkariyê bike lêbelê Herzog ev derewand.