Fatih Gazioğlu
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Serokwezîr Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt hatin bal hev. Li gor agahiyan Greenblatt û Netanyahu li ser "Peymana Sedsalê" ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê tê pîlankirin axivîn.
Civîn li avahiya Serokwezîrtiyê ya ku li Qudsa Rojhilatê hat kirin. Di civînê da Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Davîd Frîedman û Ron Dermerê Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê jî amade bûn.
Der barê civînê da tu daxuyanî nedane çapemeniyê. Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê da derketin, di civînê da pîlana rêveberiya Trump ya "Peymana Sedsalê" hat axaftin.
Greenblatt li Îsraîlê wê bi Benny Gantzê Serokê Îtîfaqa Şîn-Spî ya ku di hilbijartinên giştî da serketibû ra jî were bal hev. Dîroka hevdîtinê hê diyar nîne.
Netanyahu serê vê mehê daxuyaniyek dabû û gotibû Serok Trump wê pîlana Peymana Sedsalê piştî hilbijartina giştî ya Îsraîlê ku 17yê îlonê hat kirin, eşkere bike.
- Pîlana "Peymana Sedsalê"
Hûrgiliyên Pîlana "Peymana Sedsalê" ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê hê eşkere nebûye lê di çapemeniya navneteweyî da li ser vê hin agahî cî digirin.
Li gor van nûçeyan Qudsê wê bi temamî bidin Îsraîlê û cihûyên ku li Şerîeya Rojava dijîn jî wê li ciyên xwe bimînin.
Di pîlanê de tu behsa vegera qasî 6 milyon penaberên Filistînî jî nayê kirin.
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, der barê pîlanê da gotibû ev "sîleya sedsalê" ye û di vê pîlanê da ji bo gelê Filistînê ji xeynî hin alîkariyên aborî tiştekî kêrhatî tuneye.