Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Wezîrê Derveyî Sergey Lavrov re kom bû.
Li gor daxuyaniya Kremlînê Nêçîrvan Barzaniyê ku di çarçoveya Forûma Aborî ya St. Petersburgê li Rûsyayê ye bi Pûtîn û Lavrov re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniyê Pûtîn di çarçoveya forûmê de digel Barzanî hevdîtineke kurt pêk anî û di kombûnê de hevkariya şirketa enerjiyê ya Rûsyayê Rosneft û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Di daxuyaniya Wezareta Derveyî ya Rûsyayê de jî hat ragihandin ku di hevdîtina Lavrov û Barzanî de, di serî de enerî rewşa têkiliyên aborî û projeyên şirketên rûsyayê dimeşîn hatin guftûgokirin.
Herwiha di hevdîtinê de geşedanên dawîn ên li Iraq û Sûriyê û mijarên wek têkoşîna li dijî rêxistina terorî DEAŞê hatin xeberdan.
Li gor daxuyaniya şirketa enerjiyê Rosneftê jî, hat diyarkirin ku peymanên hevkariyê yên der barê keşifkirina çavkaniyên enerjiyê û hilberîna wê digel Herêma Kurdistanê hatin îmzekirin.