Önder Beyter
17 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Hat ragihandin, li herêma li ser sînorê Zîmbabwe û Mozambîkê hejmara kesên ku ji ber barana gumrah û babelîska tropîkal mirin, derket 31î.
Hat destnîşankirin, li herêma Chimanimaniyê hejmara kesên ku ji ber barana gumrah û babelîska tropîkal mirin, ji 24an derket 31î û herwiha 60 kes jî wenda ne.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Zanyariyê ya Zîmbabweyê yê Twitterê da wiha hat gotin, "Dema xebatên lêgerîn-xilaskirinê dewam dikin, em sebr û tehemulê nîşan bidin. Em nikarin destê xwe bidin ber û nehêlin însan bimirin. Di babelîskê da 31 Zîmbabweyî mirin."
Hat destnîşankirin ku di babelîskê da li herêmê bi sedan mal tep bûn, ji 200î zêdetir xwendekar mehsûr man û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Beşa Meteorolojiyê ya Zîmbabweyê da hat diyarkirin ku barana gumrah dê heya sêşemê dewam bike.