HEWLÊR
Hat ragihandin ku ji bo seroktiya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ya ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî hatibû damezrandin, Sûûd Mele hat hilbijartin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadî yê Sûriyeyê Mistefa Cûma daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Endamê Lijneya Rêvebiriyê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (El-Partî) Sûûd Mele bi reyên 33 delegeyan, ji bo seroktiyê hat hilbijartin.
Cûma daxuyand ku Abdulhakîm Beşar û Mele ji bo serokatiyê bûne namzed û wiha got: "Hilbijartina serokatiyê di navbera me de nebû sedema nîqaşên mezin. Me di navbera 51 delegeyî de deng da. 33 delegeyan dengê xwe da Mele û 16 delegeyan jî dengê xwe da Beşar."
Avdillhekîm Beşar, Mistefa Cûma, Mistefa Oso, Ebdulbasît Hemo, Lezgîn Mihemed, Nûşet Zaza, Evdilkerîm Ebûloqman, Mihemed Elî, Mûhsîn Tahir, Nasih Beyro, Ferhad Şahîn, Mislim Miho, Kameran Heco, Beşar Emîn û Mistefa Miho ku pirê wan ji rêvebirên 4 partiyên ku hatin feshkirin in ji bo polît buroya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê hatin hilbijartin.
4 partiyên ku ji Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (El-Parti) ya serokê wê Evdillhekîm Beşar e, Partiya Azadî ya serokatiya wê Mistefa Cûma dike, Partiya Kurd a Azadî ya Serokatiya wê Mistefa Oso dike û Yekîtiya Kurdistanê ya serokê wê Ebdulhemît Hemo ye pêk tên, di kongreya duh na pêr de bûbûn yek.
- Barzanî got bi şertê ku hûn vegerin Sûriyeyê
Serokên partiyên navborî ji ber tundiya rejima Beasê bi salan e ku nekarîbûn vegerin Sûriyeyê û li Hewlêrê xebatên xwe yên siyasî birêve dibirin. Tê gotin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî şert danî ku Serokê Partiyê yê nû vegere Sûriyeyê û li wir xebatên xwe yên siyasî bi rê ve bibe.
Tê diyarkirin ku 4 pariyên ku bûn yek dê li dijî Partiya Yekîtiya Demokrat a Sûriyeyê (PYD) ya ku ji tevgerên wê aciz in bi hev du re tevbigerin.